Rudaw
Zindî Bibîne     Zindî Radio Rûdaw Muzîk

Iraq

REFERANDUM - Iraqê li dijî Kurdistanê pêngaveke din avêt

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
3300 hatiye dîtin
REFERANDUM - Iraqê li dijî Kurdistanê pêngaveke din avêt
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê li ser referanduma Herêma Kurdistanê helwesteke nû wergirt. Li gorî daxuyaniya wezaretê, Iraqê ji Tirkiyê û Îranê re ragihandiye ku divê hemû tevgerên bazirganî û bi taybet jî mijara hinardekirina petrol û firotina wê bi rêya hikûmeta navendî be.

 

Wezareta Derve ya Iraqê bi navê berdevkê wezaretê Ehmed Mehcub daxuyanek belav kir û diyar kir: “Heftiyek berî niha me nivîseke fermî daye balyozên Îranê û Tirkiyê yên li Iraqê û ji herdu welatên dost xwestiye, ku divê li deriyan serederiyê li gel hikûmeta Iraqê bikin û hemû ew derî jî ku di bin kontrola îdareya hikûmeta Iraqê de nînin, werin daxistin.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku niha Iraq li gel her du welatên Îran û Tirkiyê kar bo cîbicîkirina rêkarên bo vê mebestê dike.

 

Di xala duyemîn a daxuyaniyê de Wezareta dErve ya Iraqê ji herdu welatan xwestiye hemû danûstandinên bazirganiyê yên li gel Herêma Kurdistanê bidin sekinandin. Bi taybetî jî mijara hinardekirin û firotina petrola Herêma Kurdistanê rawestînin. Wezaret dibêje; “Pêwîste di van dosyeyan de tenê li gel hikûmeta navendî kar were kirin.”

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin, ku hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina van biryaran li gel hikûmeta Îran û Tirkiyê kar dike. Herwiha hersê alî li ser hîma cîrantî, parastina serweriya Iraqê û rêbirûbûna metirsiyên hevbeş rêkeftine.

 

 

© Copyrights 2019 Rudaw. All rights reserved"