Rudaw
Zindî Bibîne     Zindî Radio Rûdaw Muzîk

Cîhan

Qralê Siûdiyê li Japonyayê ye

Ji aliyê Rûdaw 13-3-2017
170 hatiye dîtin
   Qralê Siûdiyê li Japonyayê ye
Selman bîn Ebdulezîz û Naruhîto

Navenda Nûçeyan - Qralê Erebistana Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz bi heyeteke karsazan ve çû Japonyayê ku hin hevdîtinan bike.


Qral Selman ji bo têkiliyên aboriyê yên welatê xwe û Japonyayê xurttir bike serdana Japonyayê dike.


Prensê Welîehd ê Japonyayê Naruhîto, li Balafirgeha Tokyo Hanedayê Qral Selman û heyeta wî pêşwazî kir.


Berdevkê Hikûmeta Japonyayê Yoşihide Suga derbarê serdanê de daxuyanî da û got ku Japonya amade ye ku piştgiriya aboriyê bide Erebistana Siûdiyê.


Par di navbera du welatan de di çarçoveya vîzyona 2030an mutabaqatek hatibû kirin. Suga got ku ewê di hevdîtinan de dê li ser vê mijarê jî biaxivin û ev proje dê bê firehkirin.


Piştî 46 salan Qral Selman yekem qralê Erebistana Siûdî ye ku diçe ziyareta Japonyayê. Ewê bi Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe û Împarator Akîhîto re bê bal hev.


Qral Selman beriya Japonyayê çûbû Endonezya û Malezyayê. Piştî Japonyayê ewê here Bruneî, Çîn û Maldîvan. (aa)

© Copyrights 2017 Rudaw. All rights reserved"