

Nivîsên Ji aliyê Eyûb Nisrî ve hatine parve kirin
Eyûb Reşîd Elî, peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ye li ofîsa Duhokê. Bi awayekî berdewam VTyan li ser kêşe û bûyerên parêzgeha Duhokê amade dike.
Ji meha Cotmeha 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. Di navbera salên 2014-2016 de, peyamnêrekî diyar ê Rûdawê bû di rûmalkirina êrîşên DAIŞê û operasyonên Pêşmerge yên li dijî hêzên DAIŞê de li herdu parêzgehên Duhok û Mûsilê li mîhwerên Naweran, Şingal û Başîkê. Kesekî aram e û rewşnbîriya wî jê re dibe alîkar, ji bo ku bi kûrî ji bingeha bûyeran û bandora wan vekole.
Li ser rizgarkirina jin û zarokên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê, VT amade kirine, herwiha çîrokên jiyana wan, dema ku di destê DAIŞê de bûne, kirine VT û Newsfîçerên bibandor, ku televîzyonên cîhanî hejmarek ji karên wî ji Rûdawê wergirtine û belav kirine.
Ji bo rûmalkirina Konferansa Cîhanî ya Lawan, di sala 2016an de çûye Lubnanê. Herwiha di sala 2014an de li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê fîçerek li ser yekemîn dîroknivîsê Kurd, Şerefxanê Bedlîsî amade kir.
Eyûb Reşîd Elî Nisrî, sala 1976an li gundê Nisra li qezaya Şêxanê ji dayik bûye. Di sala 1988an de gundên wan di çarçoveya êrîşên Enfalê de hatiye wêrankirin û ew bi zorê bo Komelgeha Cêjnîkanê li parêzgeha Hewlêrê hatine veguhastin. Di dema serhildana 1991an de birîndar bûye. Heta qonaxa lîseyê xwedniye, zewicî ye û bavê çar zarokan e.
Di sala 2004an de yek ji damezrênerên Navenda Enfalê ya li Duhokê bûye û bûye cîgirê berpirsê wê navendê, di rêkxistina belgenameyên dosyeya dadgehîkirina tohmetbarên Enfalê de li Dadgeha Bilinda Tawanan a Iraqê de, bi awayekî çalak beşdar bûye.
Di sala 1996 an de li rojnameya Peyman û kovara Gazî dest bi karê ragihandinê kiriye, li Duhokê bûye peyamnêr. Piştre wek peyamnêr û endamê desteya nivîskaran li rojnameyên Evro, Roja Nû, kovara Sinêle û Kurd Zoom kar kiriye. Herwiha çend bernameyên belgenameyî li Duhok TV û radyoya Duhokê amade û pêşkêş kiriye. Du dîwanên wî yên helbestan ên çapkirî hene bi navên Avabûn û Semaya Mirinê.














