Nivîsên Ji aliyê Omar Kalo ve hatine parve kirin

Imer Kalo di Nîsana sala 1977an de li gundê Sêtelpê yê ser bi bajarokê Şêranê ve li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Ji 6ê Tebaxa sala 2015an ve, bêjer û pêşkêşkarê nûçeyên siyasî ye li navenda sereke ya Tora Medyayî ya Rûdaw, û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kar dike.

Amedekar û derhênerê belgefilimên TV ya Tora Medyayî ya Rûdaw: Kobanî di 134 Rojan de - Alan Kurdî ... Simbola Koçberiya Welatekî - Pêşmerge li Kobanî ye.
Gelek belgefilim û bernameyên: Dengê Kobanî - Rojavayê Kurdistanê
- Hevpeyvîn - Dîbeyt - Helo Kurdistan ji Radio ya Tora Medyayî ya Rûdaw re amede û pêşkêş kirine.
Ji 1ê Gulana 2013an heta 5ê Tebaxa 2015an, nûçegîhanê Tora Medyayî ya Rûdaw li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bû.
Wekî nûçegîhanê Tora Medyayî ya Rûdaw li herêma Kobanî û Rojavayê Kurdistanê, romala van şer û bûyeran kiriye:
- Yekem şerê YPGê û Gurûpên Oposizyona Sûriyê di 21-07-2013an de, li navbera herêmên Kobanî û Girê Spî.
- Şerê YPGê û Gurûpên Oposizyona Sûriyê di 04-08-2013an de li devera Ber Çemê Ferat li Rojavayê Kobanî.
- Damezrandina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê di 27-01-2014an de.
- Êrîşa rêxistina DAIŞê li ser Herêma Kobanî ji 15-09-2014an heta 26-01-2015an, û koçberiya xelkê Kobanî li Bakurê Kurdistanê di wê demê de.
-Beşdariya Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê Kobanî de ji 28-10-2014an heta 28-04-2015an.
- Operesyonên kontrolkirina deverên Girê Spî, Silûg, Şêxler, Sirrîn û Eyn Îsa ji DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.
-Komkujiya 25-06-2015an li Herêma Kobanî ya ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû encamdayîn.
Derçûyê Kulîja Ragihandinê ya Zanîngeha Dîmeşqa Sûriyê ye, û di sala 2007an de xwendina xwe ya bilind bidawî kiriye.
Ji derdora sala 2000î ve bi herdu zimanên kurdî û erebî di gelek dezgehên rojnamegeriya çapkirî û elektronî de kar kiriye û nivîsandiye.
Di navbera salên 2010 - 2014an de, xwedî, rêvebir û edîtorê Rojnameya DILNAME û di pişt re Malpera Dilname li Rojavayê Kurdistanê bû.
Endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, û International Federation of Journalists (IFJ) û Yekîtiya Rojnamevanên Sûriyê ye.