Tehran û Bexda li ser danîna boriya petrolê di navbera Kurdistan-Îranê de gotûbêjê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Petrola Îranê Bêjen Zengene bo bi fermî gotûbêjkirina mijara rakêşana boriya petrolê ji Herêma Kurdistanê ber bi Îranê ve, serdana Iraqê dike.

 

Ajansa Frans News a îranî belav kiriye, ku Wezîrê Petrola Îranê Bêjen Zengene dê di hefteya bihê de serdana Iraqê bike û li gel hevtayê xwe yê iraqî (Wezîrê Petrola Iraqê), Cebar Luêybî bicive.

 

Li gorî nûçeya Frans Newsê, Bîjen Zengene dê di divîna li gel Cebar Luêybî de, li ser pêşeroja bazara petrolê, rola Îran û Iraqê di rêxistina OPECê de û çend mijarên din ên pêwendîdar bi petrolê danûstaninê bikin.

 

Herwiha Wezîrê Petrola Îranê di vê serdana xwe de, dê bi Wezîrê Petrola Iraqê re,  mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Îranê û rakêşana boriyeke petrolê ji parêzgeha Silêmaniyê bo Îranê bîne rojevê û li ser vê mijarê bi hevtayê xwe yê iraqî re gotûbêjan bike.

 

Danîna xeteke boriya veguhastina petrolê ji Besra ve ber bi parzûngeha Abadan a Îranê û piştre hinardekirina wê petrolê piştî parzûnkirinê bo Iraqê, herwiha hinardekirina gaza Îranê bo Bexdayê û astengiyên li pêşiya wê yekê, beşeke din a acendaya serdana Wezîrê Petrola Îranê bo Iraqê ne.

 

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew ji serdaneke wisa ya Wezîrê Petrola Îranê bo Iraqê bêxeber e û got: “Renge ev serdan di çarçoveya hewlên Îranê yên ji bo girêdana petrola Kerkûkê û Herêma Kurdistanê, tevî hemû petrola Iraqê bi Îranê de be, da ku di rêya axa xwe re hinardeyê derve bike.”

 

Di sala 2015ê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îrnaê razîbûna xwe li ser danîna boriyeke petrolê ji Kurdistanê ber bi Îranê ve nîşan dan, lê hêj neketiye warê cîbicîkirinê.

 

Di dawiya sala 2015ê de, Nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji Rûdawê re ragihandibû: “Rakêşana du boriyên petrolê û gaze ji Herêma Kurdistanê ve bo Îranê, bi mebesta hinardekirina petrol û gaza Kurdistanê bo wî welatî, projeyeke ku demek dirêj e Hikûmeta Îranê û Herêma Kurdistanê razîbûna xwe li ser nîşan dane, û tenê cîbicîkirina wê maye.”

 

Nazim Debax herwiha gotibû: “Di serdema serokatiya Mehmûd Ehmedînijad de, Îranê razîbûna xwe bo karekî wiha nîşan daye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî razî ye, tenê biryara destpêkirina wê maye.”

 

Hingê, Adil Ebdulmehdî Wezîrê Petrola Iraqê bû. Adil Ebdulmehdî li ser danîna boriya petrolê di navbera Kurdistan û Îranê de pêştir gotibû: “Iraq heyameke zêde ye ku li gel Îranê bo hinardekirina petrola xwe di rêya Kurdistanê de bo Îranê, gotûbêjan dike.”