Zêr 2025an bi rekorekê girt
Hewlêr (Rûdaw) - Şeva çarşemê di dema girtina bazarên cîhanê de onsa zêr 18,67 dolar daket û bi 4 hezar û 322 dolaran hat firotin.
Sedema sereke ya daketina bihayê zêr a rojên dawî ew e ku veberhêneran piştî bilindbûna zêde ya hefteya borî qezenca xwe kom kir û dest bi firotinê kir.
Di sala 2025an de ji sedî 64 bilind bû
Tevî vê daketina dawî, zer li ser asta salane bilindbûna xwe ya herî bihêz a zêdetirî çar dehsalên dawî tomar kir û sala 2025an ji sedî 64,60 bilind bû.
2yê Kanûna Paşîn a 2025an ku yekem roja vebûna bazarên cîhanê bû, onsa zêr bi 2 hezar û 624 dolaran bû.
Bi vî awayî bihayê zêr di sala 2025an de hezar û 698 dolar zêde bû.
Sedemên bilindbûnê çi ne?
Sedema sereke ya vê bilindbûnê dawiya meha nîsanê û piştî biryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo sepandina pênaseyên gumrikî yên cîhanî dest pê kir û heta dawiya salê berdewam kir.
Aloziyên berdewam ên cîhanê, kêmkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ve, kirîna zêr ji aliyê bankên navendî ve û zêdebûna veberhênana di sindoqên zêr de sedemên din ên bilindbûnê bûn.
Stargeha ewle
Her wiha protokola civîna meha kanûna pêşîn a Banka Navendî ya Amerîkayê ku roja Sêşemê hat belavkirin, nîşan da ku piraniya berpirsên bankê piştgiriyê didin kêmkirina zêdetir a rêjeya faîzê eger enflasyon daketinê bidomîne.
Ji aliyê siyasî û ewlehiyê ve, zêr wekî stargeheke ewle ji bo veberhêneran maye, bi taybetî ji ber nezelaliya di çarenivîsa rêkeftina aştiyê ya navbera Rûsya û Ukraynayê, nûbûna aloziyan li Rojhilata Navîn û zêdebûna rageşiya navbera Amerîka û Venezuelayê.