Li Şingalê krîza aborî: Bêkarî berê ciwanan dide koç û çekdariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza bêkariyê li devera Şingalê gihiştiye asteke metirsîdar û ev yek bandoreke kûr li pêkhateya civakî û ewlehiya navçeyê dike.

Li gorî amarên dawî, rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de gihiştiye ji sedî 65an û di nav jinan de ev rêje hîn zêdetir e.

Xelkê Şingalê deriya sala 2003yan, bi çandiniyê debara xwe dikir lê piştî rûxîna rejîma Baesê û guhertinên siyasî, ev sektor her çû lawaz bû.

Niha ji ber nebûna derfetên kar, ciwanên Şingalê neçar in ji bo karkeriya rojane berê xwe bidin bajarên Herêma Kurdistanê.

"Em 3 rojan bê kar in"

Xelîl Xelefê 32 salî ji Rûdawê re behsa rewşa xwe ya dijwar kir û got:

"Ez berpirsyarê xwedîkirina malbata xwe me lê derfetên kar kêm in. Eger hebe jî em rojekê dixebitin û sê rojan bê kar in.

Dahata me ya mehane di navbera 150 heta herî zêde 450 hezar dînarî de ye ku ev têra nanê malê jî nake."

Xelîl Xelefê ji devera Dugirê jî destnîşan kir ku eger derfetek çêbibe, ew amade ye koçî derveyî welat bike.

"Daxwaza me kargeh in"

Rewşa jinan û derçûyên zanîngehan hîn xerabtir e.

Lara Eliyasa 22 salî ku derçûya peymangehê ye, diyar kir ku ew naxwazin bibin bar li ser milê malbatên xwe.

Larayê got, "Daxwaza me vekirina kargeh û projeyên taybet e li nava Şingalê da ku derfetên kar ji bo her kesî peyda bibin."

Ji sedî 75ê jinên ciwan bê kar in

Serokê Rêxistina Bipêşxistinê ya Cisir El-Şebabê Ferhan Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku bêkarî li Şingalê gihiştiye ji sedî 65an ku ev rêjeyeke bêwêne ye.

Ferhan Îbrahîm got, "Rewşa jinan hîn girantir e, zêdetirî ji sedî 75ê jinên di temenê ciwaniyê de di bin xeta bêkariyê de ne."

Sedemên bêkariyê

Serokê Rêxistinê sedemên sereke yên bêkariyê wekî hişkesalî, kêmavî û nebûna piştgiriya hikûmetê ya ji bo cotkaran rêz kirin.

Ferhan Îbrahîm tekez kir ku divê rê ji bo şirketên hilberînê bên hêsankirin û bendav bên avakirin.

Metirsiya "leşkerîkirina civakê"

Ferhan Îbrahîm hişyarî da ku eger çareserî neyê dîtin, Şingal dê ji ciwanan vala bibe û wiha axivî:

"Ciwan ji bo dabînkirina nanê malê, neçar dimînin tevlî komên çekdar bibin.

Ev 'leşkerîkirina civakê' ne ji ber hezkirina çekê ye lê wekî çavkaniyeke tenê ya debara jiyanê tê dîtin."

Her wiha hat diyarkirin ku zêdebûna rêjeya xwekuştinê û berdanê encamên rasterast ên vê krîza aborî ne.