Bitcoin li ber xwe dide lê nabe 80 hezar dolar
Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin îro bi kêmtirî 80 hezar dolarî tê kirîn û firotin.
Bihayê Bitcoinekê nêzîkî 1400 dolarî bilind bûye lê hîn jî nikare bigihe asta 80 hezar dolarî.
Bandora Kevin Warsh
Daketina çend rojên borî ya bihayê Bitcoinê, li gel wê yekê hevdem e ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, Kevin Warsh kir Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê.
Daketina Bitcoinê di çend rojên borî de li gel daketina madenên din ên wekî zêr û zîv a li bazarê di heman demê de çêbû.