Bazirganiya li Hurmizê têk çû, derbasbûna keştiyan ji sedî 95 kêm bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê re, Tengava Hurmizê krîza lojîstîk a herî mezin a dîrokê dijî.

Adara 2025an nêzîkî 3 hezar keştiyan di tengavê re derbas bûbûn lê heman dema îsal tenê 135 keştî derbas bûne.

Daketina mezin a trafîkê bihayên enerjiyê bilind kirin.

Tengava Hurmizê ya ku xala derbasbûnê ya herî krîtîk a tora petrol û bazirganiya cîhanê ye, di meha yekem a şer de di nav bêdengiyê de ma.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji navendên amarên navneteweyî kom kirine, trafîka li tengavê li gorî heman dema sala borî hema bêje bi temamî rawestiyaye.

Di trafîka keştiyan de ji sedî 95 windahî

Li gorî amarên nû yên ku ji aliyê IMF û Zanîngeha Oxfordê ve hatine belavkirin, daketina trafîka keştiyan bi hejmaran hat diyarkirin.

Li gorî vê yekê, Adara 2025an 2 hezar û 935 keştî derbas bûbûn lê Adara 2026an tenê 135 keştî derbas bûne.

Rêjeya rojane ji 95 keştiyan daket binê 5 keştiyan.

Amar nîşan didin ku trafîka giştî ya keştiyan a li Tengava Hurmizê li gorî sala borî ji sedî 95,4 kêm bûye, ango nêzîkî 22 qatan daketiye.

Bi taybetî jî kêmbûna derbasbûna tankerên petrol û gaza xwezayî (LNG) gihişt asteke wisa ku dê bazarên enerjiyê felc bike.

Biha ji kontrolê derketin: Teqîna petrol û sotemeniyê

Vê şikestina di zincîra dabînkirinê de, rasterast bandor li bihayên enerjiyê kiriye.

Ji destpêka şer ve bihayê petrola xav di navbera ji sedî 50 û ji sedî 70yî de bilind bû.

Ji bo sektora firokevaniyê jî bihayên sotemeniya jetan ên ku jiyanî ne, di demeke kurt de du qatan zêde bûn.

Li bazarên Asya û Ewropayê jî bihayên gaza xwezayî di astên rekor de tên tomarkirin.

Banga “Korîdora Ewle”

Xitimîna li Tengava Hurmizê aboriya herêmê hejand û di heman demê de pêwendiyên dîplomatîk jî zêde bûn.

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) lobiya xwe xurt kiriye.

Îmarat dixwaze Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarekê derxe.

Ev hewldan ji bo vekirina tengavê ya ji bo trafîka ewle û avakirina hêzeke parastinê ya navneteweyî ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniya xwe ya rojên borî de bal kişandibû ser ewlehiya tengavê.

Trump diyar kiribû ku pêwîst e hevpeyman jî di vê mijarê de berpirsyariyê bigirin ser xwe û ev peyam dabû:

"Heger hûn petrola xwe dixwazin, divê hûn herin û bi xwe tengavê vekin."

Beriya bidawîbûna dema dîplomatîk a ku 6ê Nîsanê temam dibe, rewş bi meraq tê şopandin.

Tê çaverêkirin bê mê dê qeyrana Hurmiza ku reha jiyanê ya aboriya cîhanê ye çawa were çareserkirin.