Li Îbrahîm Xelîlê sîstemeke nû tê danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Gumrika Îraqê Samir Qasim Dawid ragihand ku ji 3yê vê mehê ve Sîstema Agahdarkirina Pêşwext (Pre-Arrival Information) a gumrikê li Deriyê Îbrahîm Xelîlê tê bicihkirin.

Bi vê yekê re dê dolar bi bihayê fermî bidin bazirganan ku ev jî dê bandorê li xurtbûna bihayê dînar a di bazara paralel de bike.

Birêvebirê Giştî yê Gumrika Îraqê Samir Qasim Dawid îro ji Rûdawê re got:

"Li Deriyê Îbrahîm Xelîlê ji 3yê Nîsana 2026an ve ji bo hawirdekirina tiştên xwarin, derman û pêdiviyên bijîşkî karkirina bi Sîstema Agahdarkirina Pêşwext a gumrikê dest pê dike."

Ew pêngav piştî dan û standin û hevahengiya di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya ji bo yekxistina rêkarên gumrikê hat.

"Koda 05"

Samir Qasim Dawid  da zanîn, "Hikûmeta Îraqê bi mebesta hawirdekirina madeyên xwarin, derman û pêdiviyên bijîşkî ya ji Îbrahîm Xelîlê, Koda 05 daniye."

Ev pêngav piştî wê yekê hat ku piraniya bazirganan daxwaza hêsankariya hewaleya darayî û wergirtina dolar a bi bihayê fermî kiribû.

Birêvebir destnîşan kir ku ev yek "dê bandorê li ser xurtkirina nirxê dînar a li hemberî dolar bike” û got:

"Niha ew bijarde li ber bazirganan heye ku heger bixwazin kelûpelan bi rêya Herêma Kurdistanê hawirde bikin, dikarin li Bexdayê bên cem me û em dê li gorî biryaran dolar bi bihayê fermî ji wan re hewale bikin."

Sîstema ASYCUDAyê hîn li Herêma Kurdistanê nîne

Li gorî gotina Samir Qasim Dawid, "Deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê heta niha bi Sîstema ASYCUDAyê ve nehatine girêdan, loma ew pêngav di pileya yekem de bi taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêka bazirganên Herêma Kurdistanê ye û bi awayekî giştî jî ji bo çareserkirina pirsgirêka bazirganên Îraqê ye.”

Samir Qasim Dawid eşkere kir ku ev rêkar tenê xwirek û dermanan li xwe digire, ne hemû kelûpelên din.

Lê wî destnîşan kir ku heger Sîstema ASYCUDAyê li deriyên Herêma Kurdistanê bê bicihkirin, "Wê demê dê hemû kelûpelên hawirdekirî li xwe bigire."

"Dê bibe sedema xurtbûna dînar"

Samir Qasim Dawid bal kişand ser wê yekê ku ev rêkara nû ya Koda 05, tenê xwirek û dermanan li xwe digire çimkî ev kelûpelên sereke û pêwîst in.

Wî daxuyand ku ev pêngav dê li bazara paralel bibe sedema xurtbûna dînar a li hemberî dolar û got:

"Bêyî agahiya pêşwext a gumrikê, nikarin dolar bi bihayê fermî bidin bazirganan."