Di roja karkeran de kargeh hatine girtin
Duhok (Rûdaw) – Li parêzgeha Duhokê ji ber sînordarnekirina berhemên hawirdekirî, kargeheke dondurmeyan karê xwe rawestand û tê gotin, ku di rojên pêş de dê 2 kargehên din jî werin girtin.
Li bajarên Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran çalakiyên cur bi cur tên sazkirin. Lê li parêzgeha Duhokê di rojeke wiha de kargehekî biryara girtinê da û bi vî awayî 60 karker bê kar man.
Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand: “Weke karvedaneke li hember sînordar nekirina berhemên hawirde, beşek ji kargehên Duhokê tên girtin. Yek ji wan kargehan jî kargeheke dondurmayê ye, ku 60 karkerên wî hene.”
Peyamnêrê me da zanîn, ku ji ber ji Tirkiye, Îran û Ukraynayê dondurme tê hawirdekirin kargehên dondurme yên Kurdistanê zirarê dikin. Herwiha xwediyên kargehan ev çend sal in daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê dikin lê daxwaza wan nayê cîbicîkirin.
Li Duhokê 3 kargehên mezin ên dondurme û herwiha çendîn kargehên vî karî hene. Kargeha ku îro biryara girtinê da kargeha herî mezin bû, ku berê 300 karkerên wî hebûn lê ji ber kêmbûna dahatê hejmara karkerên xwe kiribû 60 kes.
Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir, ku herdu kargehên din jî biryar dane rojên pêş karên xwe bidin sekinandin.