Petrola brent biha bû
Hewlêr(Rûdaw) - Piştî du rojên daketinê îro bihayê petrola brent bi bilindbûnê dest bi rojê kir.
Bermîleke petrola brent 22 sentan biha bû û gihişt 66 dolar û 15 sentan.
Bihayê bermîleke petrol xav a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 22 sentan daket û bû 62 dolar û 15 sent.
Roja duşemê bihayê petrola brent ji sedî 3 û roja sêşemê jî ji sedî 1,5 bihayê xwe ji dest dabû.
Îhtimala kêmbûna qebareya petrola depokirî ya li Amerîkayê bû sedema bilindbûna bihayê petrolê.
Tê pêşbînîkirin ku 3,7 milyon bermîl petrol ji depoyên petrolê yên Amerîkayê kêm bûye.
Li gorî çavkaniyên nêzîkî OPEC Plusê, daketina bihayê petrolê ya du rojên borî ji ber wê yekê bû ku îhtimal heye Erebistana Siûdî di civîna hefteya bê de, welatên din razî bike ku meha Çiriya Paşîna a 2025an rojane 500 hezar bermîl petrola zêdetir bixin bazarê.