Hewlêr (Rûdaw) - Îran Çînê bi wê yekê tohmetbar dike, ku sozên xwe ji bo dana amûr û keresteyên pîşesazî cîbicî nake.
Endamê odeya hevbeş a bazirganî ya Îran û Çînê, Hisên Pîr Muezin ragihand, kompanya û bazirganên Çînî naxwazin ku keresteyên pêwîst ji bo pîşesaziyên Îranê dabîn bikin û dibêjin, ku tenê bankên pile 2 û pile 3 yên wî welatî amade ne, kar ligel Îranê bikin.
Hisên Pîr Muezin diyar kir, ku tevî daxuyaniyên siyasî yên Çînê li ser piştevanîkirina Îranê, lê di warê aborî de wî welatî biryara lojîkî derbarê Îranê de nedaye û sozên xwe yên bo piştevaniyê û berdewamiya bazirganiya li gel Îranê bi cih nahîne.
Pîr Muezin herwiha got, ku piraniya kargehên Îranê ji ber dorpêç û sizayên Amerîkayê, kereste û makîneyên xwe ji Çînê dabîn kirine û bi şêweyekî ji şêweyan bi Çînê ve hatine girêdan, lê niha Çînî ne amade ne ku berpirsyariyên xwe li hember Îranê cîbîcî bikin.
Wî endamê odeya hevbeş a bazirganî ya Îran û Çînê destnîşan kiriye, ku ji tirsa sizayên Amerîka, bankên Çînê amade nînin, ku kar li gel Îranê bikin, lewma jî kargehên Îranê nikarin pereyan veguhêzin Çînê û daxwaza pêdawîstiyên xwe li wî welatî bikin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse