Zêr dîsa difire

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja yekem a vebûna bazarên darayî yên cîhanê de, bihayê onseke zêr 20 dolaran zêde bû û ons gihişt 4 hezar û 240 dolarî.

Ev asta herî bilind a bihayê zêr e di 5 hefteyên borî de.

Bi vebûna bazaran re, bihayê zêr 35 dolaran zêde bûbû û ons gihiştibû 4 hezar û 255 dolaran.

Doh dema ku bazarên darayî yên cîhanê girtî bûn, onseke zêr bi 4 hezar û 217 dolaran bû.

Sedema sereke ya bilindbûna bihayê zêr, zêdebûna pêşbîniyên kêmkirina rêjeya faîzê ye di civîna vê mehê ya Banka Navendî ya Amerîkayê de.

Daxuyaniyên nerm ên berpirsên bankê yên hefteya borî jî ew pêşbînî xurttir kirine.

Niha bazirgan bi rêjeya ji sedî 87 bawer dikin ku Banka Navendî ya Amerîkayê di civîna 10ê vê mehê de dê faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm bike.

Veberhêner bi hûrgilî çavdêriya daneyên sektora pîşesaziyê û derfetên kar ên sektora taybet a li Amerîkayê dikin ku dê dawiya vê hefteyê werin belavkirin da ku derbarê siyaseta diravî ya Amerîkayê agahiyên zelaltir bi dest bixin.

Bilindbûna berdewam a bihayê zêr piştgiriya xwe ji kirîna berfireh a bankên navendî û zêdebûna veberhênana li sindoqên dan û standina zêr wergirtiye ku meha borî bihayê zêr gihandibû 4 hezar û 380 dolarî.