Tumen dihele: Dolar 117 hezar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tumenê Îranê ket nava pêleke nû ya daketinê û îro dolarekî Amerîkî bû bi 117 hezar û 650 tumenî.

Ev ji 3yê Çiriya Pêşîn a îsal ve asta herî nizm a tumen e li hemberî dolarê Amerîkî.

Pêla nû ya daketina tumen pêncşema borî dest pê kiribû. Wê demê dolarek gihiştibû 114 hezar tumenan.

Snapback û bêhêvîbûn

Nebûna îhtimala dan û standinan a di navbera Îran û welatên Rojavayî de bêhêvîbûn çêkir û tumen ket.

Her wiha bandora aktîfkirina mekanîzmaya "Snapback"ê ya li dijî Îranê jî didome.

Pêşbîniya bazirganan

Bazirganên diravan (dovîzê) yên li Îranê dibêjin, dolar li hemberî tumen di çarçoveyeke sînordar de tê kirîn û firotin û niha ti nîşaneyên bilindbûna bilez an daketina berbiçav li holê nînin.

Li gorî wan bazirganan, her nûçeyeke biçûk a li ser sepandina dorpêç û cezayên nû yan destpêkirina dan û standinên di navbera Îran û welatên Rojavayî de, bandoreke berbiçav li ser bihayê dolar û tumen dike û dikare arasteya wê biguhere.