Onsa zêr heta bi biniya 4700 dolarî daket

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr ji roja înê bi berdewamî dadikeve û ons daket biniya 4700 dolarî.

Donald Trump, dixwaze Kevin Warsh bike serokê nû yê Banka Navendî ya Amerîkayê û ev yek weke sedema sereke ya daketina bihayê zêr tê dîtin.

Onsa zêr îro heta bi asta 4660 dolarî jî daket.

Divê were gotin ku pêncşema borî, bihatê onsa zêr nêzîkî 5600 dolarî bûbû.

Bilindbûna ji nişka ve û vê arzanbûna nêzîkî 1000 dolarî bazar bi carekê re guhertin.

Kevin Warsh kesek e ku piranî alîgirê bilindkirina faîza bankî ye û bandora wî darîçav e.