Berê zîv jî ketiye serjêrekê
Hewlêr (Rûdaw) - Îro di yekemîn roja vebûna bazarên Asyayê de, bihayê onseke zîv 6,83 dolarên din daket û ons bi 77,80 dolarî ye.
Bi vê yekê re niha kîloyek zîv li bazarên cîhanê bi 2,502 dolaran e.
Roja înê bihayê onseke zîv ji sedî 26 daketibû ku ew daketina rojane ya herî zêde bû.
Plana Trump ji bo Banka Navendî
Donald Trump, dixwaze Kevin Warsh bike serokê nû yê Banka Navendî ya Amerîkayê û ev yek wekî sedema sereke ya daketina bihayê zêr û zîv tê dîtin.
Kevin Warsh di siyaseta diravî de ji aliyê veberhêneran ve wekî kesayetiyekî "tundrev" tê dîtin û li gorî wan heke ew bibe serokê Banka Navendî ya Amerîkayê dê dolar biha bibe.
Sedemeke din a daketinê bi bidestxistina faîzê ve girêdayî ye çimkî piştî ku zîv rekora dîrokî şikand û asta 120 dolarî derbas kir, gelek veberhêneran dest bi firotina pişkên xwe kir.