Îran di bin êrişan de ye, petrol firiya

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, rewşa ewlehiyê ya herêmê têk çû.

Ji ber vê aloziyê, bihayê petrolê li bazarên Asyayê bi carekê re firiya.

Bi ser 80 dolarî ket

Di destpêka dan û standinên roja duşemê de li bazarên Asyayê, bihayê bermîleke petrola brent gihîşt ser 80 dolarî.

Lê belê bihayê wê piştre daket 79 dolaran.

Pêşiya ku êriş dest pê bikin, roja înê bihayê bermîleke petrolê 72,87 dolar bû.

Metirsiya li ser Tengava Hurmuzê

Zêdebûna aloziyan li ser Tengava Hurmuzê metirsiyeke cidî çêkiriye.

Nêzîkî ji sedî 20ê petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.

Tê gotin ku hîn jî hinek keştiyên Çîn û Îranê di wê derê re derbas dibin.

Lê belê piraniya şirketên mezin ên veguhastina deryayî biryar daye ku seferên xwe yên di wê rêyê de rawestînin.

'Dê bigihe 90 dolarî'

Seroka Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn a saziya Kplerê Amna Bakr li ser mijarê axivî.

"Mesrefên sîgorteyê bi awayekî xeyalî zêde bûne û tê pêşbînîkirin ku bihayê petrolê bigihe 90 dolarî."

Di heman demê de, Analîstê Rystad Energyyê Jorge Leon jî bal kişand ser rola Tengava Hurmuzê.

Jorge Leon destnîşan kir ku eger Tengava Hurmuzê were girtin, dê rojane 8 heta 10 milyon bermîlên petrolê ji bazarên cîhanê qut bibin.

Metirsiya krîza aborî ya cîhanî

Xeyn ji petrolê, tê pêşbînîkirin ku dê gaza xwezayî jî bi heman awayî biha bibe.

Bi taybetî jî ji ber ku Qeter hinardekareke sereke ya gaza xwezayî ye û ketiye nav herêma aloziyan, ev metirsî zêdetir e.

Pispor diyar dikin ku ev rewş dê bibe sedema enflasyon û krîza aborî ya cîhanî.

Aborînasê li Parîsê Eric Dor jî li ser mijarê hişyarî da û got:

"Eger ev rewş tenê sê rojan bidome, metirsiyeke wê ya zêde nîne lê eger dirêj bike, dê bibe sedema krîz û bipaşveçûneke mezin a aborî."

Piyaseya borsayê jî diheje

Li bazarên borsayê jî bandora şer tê dîtin.

Tê pêşbînîkirin ku pişkên şirketên parastin û çekan biqîmet bibin.

Lê belê sektorên hewavanî, veguhastina deryayî û geştiyariyê dê bibin qurbanên yekem û pişkên wan dakevin.