Trump axivî, berê zêr ket serjêrekê
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro bi rêjeya ji sedî 1,3 daket û ons bi nêzîkî 4670 dolaran hat kirîn û firotin.
Sedema daketina bihayê zêr vedigere axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump a îro berê sibehê.
Trump di axaftina xwe de îşaret bi wê yekê kir ku şerê Îranê didome û dê çend hefteyên din jî biajo.
Doh bihayê zêr nêzîkî 4800 dolarî bûbû.
Sedema wê jî ew bû ku veberhêneran çaverê dikir Trump di axaftina xwe de bidawîhatina şerê Îranê ragihîne lê ev yek pêk nehat.
Gefa "Serdema Kevirîn"
Serokê Amerîkayê ragihand ku ew dê di nav 2 heta 3 hefteyên pêşiya me de derbeke pir tund li Îranê bixin û wê vegerînin Serdema Kevirîn.
Şîrovekarê serbixwe yê bazarên darayî Tai Wong diyar kir ku bihayê zêr di nav du rojan de gelekî berjor û berjêr bûye.
Wong anî zimên ku Trump di axaftina xwe de "gelekî şerxwaz" xuya kiriye û amaje bi tundkirina êrişan daye.