Rê li ber dolar nayê girtin: 38,5 lîre derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî gihişt 38,56 lîreyan.

Lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî roj bi roj bêqîmettir dibe.

Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê îro her dolarekî Amerîkî bi rêjeya ji sedî 0,3 zêdebû gihişt 38,56 lîreyan. Euro jî bi 43,75 lîreyên Tirkî ye.

1ê Gulanî dolarekî Amerîkî bi 34,49 û euro jî bi 43,59 lîreyan dihat firotin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê meha borî rêjeya faîzê ji sedî 42,5an derxistibû ji sedî 46an.