Wezareta Çavkaniyên Xwezayî raporta heyva Gulanê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro di raporta heyvane ya xwe de ragihand, Başûrê Kurdistanê di heyva Gulanê de rojane zêdetirî 577 hezar bermîlên petrolê şandiye derve.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro raporta xwe ya heyva Gulanê belav kir. Di wê raportê de hatiye ragihandin, ku Başûrê Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tikriyeyê di heyva Gulanê de rojane 577 hezar û 621 bermîlên petrolê hinardeyî derve kiriye.
Li gor wê raportê, Başûrê Kurdistanê rojane 407 hezar û 111 bermîlên petrolê ji blokên neftî yên xwe derxistiye û hinarde kiriye û tenê 177 hezar û 529 bermîlên petrolê ji bîrên Kerkûkê û Şîrketa Nefta Bakur wergirtiye û ber bi Bendera Ceyhan a Tikriyeyê şandiye.
Di raportê de hatiye gotin, Başûrê Kurdistanê di heyva Gulanê de rojane 448 hezar û 889 bermîlên petrolê radestî şîrketa nefta niştîmanî ya Iraqê (SOMO) kiriye.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî herwiha tekez kiriye, Herêma Kurdistanê pabendî yasaya Budceya Iraqê ya bo sala 2015an û rêkeftina neftî ya bi Bexdayê re ye û her li gor wê rêkeftinê petrola xwe hinardeyî derve dike.
Wezareta Jêderên Xwezayî di raporta xwe de tekez dike ew dê berdewam bin li ser zêdekirina rêjeya hinardekirina petrola Başûrê Kurdistanê bo derve.