Aboriya Îranê zêdetir lawaz dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin, ku di pêşerojeke nêzîk de bandora dorpêçên Amerîka li ser Îranê zêdetir xuya bibe, ev yek di demekê de ye, ku komek kêşe li pey hev tûşî Îranê bûne, zêdebarî daketina berdewam a nirxê tûmen.

 

Di çend heftiyên bihorî de, Donald Trump serokê wîlayetên yekgirtî yên Amerîkayê, careke din dorpêçên ser Îranê vegerandin û daxwaz ji welatên din jî kir, ku pêwendiyên bazirganî yên bi Îranê re bisekinînin. Vegerandina dorpêçên ser Îranê piştî vekişîna Amerîka ji rêkevtina etomî di Gulana bihorî de hat.

 

Dorpêçên Amerîkayê bi du qonaxan tên cîbicîkirin, qonaxa yekem ji heftê Tebaxê ve kete warê cîbicîkirinê. Amerîka dixwaze bi rêya dorpêçan Îranê veqetîne û di pêwendiyên bazirganî yên li gel welatên cîhanê de wî welatî sînordar bike. Herwiha rêgiriyê li Îranê dike di bidestxistina dolarê amerîkî û zêr û kanzayên din de.

 

Trump di twîtekê de ragihandibû, ku her aliyek eger li gel Îranê kar bike, wê demê cihê wê di eniya Amerîkayê de nabe. Dorpêçên Amerîkayê gef li ser hilberînên biyanî yên li Îranê çêkir, yek ji armancên Hesen Ruhanî ji îmzekirina rêkevtina etomî rakêşana hilberînên biyanî bo Îranê bû, daku sektora petrol û gazê ya wî welatî pêş bixe û derfetên kar dabîn bike û rêjeya bêkariyê kêm bike, lê Trump xewna Ruhanî ji nav bir û hişyarî da kompaniyên biyanî, li ser pêwendiyên bi Îranê re. Herwiha rêgirî li pêwendî û tevgerên kopaniyên firokevanî li gel Îranê jî kir û dorpêç xiste ser sektora otomobîlê ya wî welatî jî.

 

Ji çarê Mijdara dahatû ve qonaxa duyem a dorpêçên ser Îranê dikeve warê cîbicîkirinê ku sektora petrol û gaza wî welatî dike armanc, bi wê yekê jî dahata Îranê bi tevahî kêm dibe ku bi şêweyekê sereke dahata wî welatî li ser firotina petrol û gazê ye. Di demên bihorî de Amerîkayê hişyarî da welatan ku divê heta meha Mijdarê kirîna petrolê ji Îranê kêm bikin heta digihe asta sifrê, lê belê her yek ji Çîn, Tirkiye û Hindistan û çend welatên ewropî hewl didin rêyekê din bibînin, jibo dana pereyan bi Îranê li hember wê petrola ku ji wî welatî dikirin, jibo ku xwe ji dorpêç û sizayên Amerîkayê biparêzin, ev yek di demekê de ye, ku di heyama heftiya bihorî de her ye ji Beijing û Enqerê ragihandin, ku berdewam dibin li ser kirîna petrolê li Îranê û ew guh nadin sizayên Amerîkayê.

 

Piştî îmzekirina rîkevtina etomî, çendîn kompaniyên ewropî dest bi hilberînan di sektora petrol û gaza Îranê de kirin, bi taybet jî kompaniyên weke Biritish Petroluem a Brîtanî, TOTAL a Fransî ku planên demdirêj danîbûn jibo mana li Îranê, lê belê piştî vegerandina dorpêçan bo ser Îranê, kompaniya TOTAL a Fransî vekişîna xwe ji Îranê ragihand û kompaniya British Petroluem jî karên xwe li Îranê da sekinandin.

 

Her çiqas ku sê meh mane jibo ku ew dorpêç bikevne warê cîbicîkirinê, lê belê her ji niha ve bandorên wê li ser rewşa aboriya Îranê û sektora petrol û gaza wî welatî xuya bûye, di heyama çend rojên bihorî de Îranê dest bi erzankirina nirxê petrola xwe di bazarên Asyayê de kir, bankên mezin ên weke Goldman Sax jî pêşbînî dikin ku di demên pêş de, asta hinardekirina petrola Îranê rojane bi qasî 700 hezar bermîlan kêm bibe, li gorî asta niha ya firotina wî welatî ku 2.3 milyon bermîl di rojekê de ye.

 

Pirsgirêka enflasyonê û bilindbûna rêjeya bêkariyê

 

Gelek derbas nebû ku bandora dorpêçên Amerîkayê li ser bazara Îranê xuya bû. Di heyama çend heftiyên bihorî de tirsa xelkê ji bandora dorpêçan zêde bûye, wê yekê jî xelk han da, ku biçin dikan û markêtan û bi rêjeyeke zêde kalayên sereke yên weke xurekê bikirin, heta astekê ku wisa lê hat beşek ji markêtan ji kelûpelan hatin valakiirn û xelk jî amade bûn pereyekî zêdetir bidin, daku rûn û şekir û kalayên din ên sereke bi dest bixin. Tirsa xelkê ji wê yekê nebû ku xurek li bazaran nemîne, lê tirsa wan ev bû ku egera wê yekê heye nirxê kelûpelên xurekê di çend mehên bihê de bi şêweyeke gelek bilez bilind bibe û paşê çîna hejar û beşek ji çîna navend şiyana kirîna kala û kelûpelên pêwîst nebe, ew jî bûye sedem jibo bilindbûna zêdetir a rêjeya enflasyonê li Îranê. Beşek ji şarezayên aborî û navendên darayî ragihandin, ku nirxê kalayên sereke nêzîkî %50 bilind bûye, ew yek ji bilî ku rêjeya bêkariyê li gorî amarên fermî yên hikûmetê nêzîkî %13 û bêkariya di nava xortan de jî gihîştiye %28, lê beşek ji şarezayên aborî jî dibêjin, ku rêjeya bêkariyê gelek ji wê rêjeyê zêdetir e ku hikûmetê aşkere kiriye.

 

Li gorî raporteke ajansa CNBC a amerîkî, aboriya Îranê niha li gorî 30 salên berê di xirabtirîn rewşa xwe de ye. Ev raport herwiha dibêje, xelk gelek ji wê yekê ditirsin, ku careke din nirx bi şêweyeke bilez bilind bibin, ew jî ne tenê barê ser milê xelkê giran dike, belku dibe sedema wê yekê ku kargeh dest ji hejmareke zêde ya karkerên xwe berdin, ew jî bandorê li ser kêmbûna berhemên navxwe dike, di demekê de ku Îran ji dest kêmiya dabînkirina derman û pêdawîstiyên din ên pizîşkî, dinalîne.

 

Beşek ji kêşeya aboriya Îranê rehendeke dîrokî heye, lewma em nikarin tevahiya kêşeyên Îranê girê bidin bi dorpêçên Amerîkayê. Di meha Nîsana bihorî de kovara Forbes raportek derbarê kêşeyên aborî yên Îranê belav kir, di raportê de amaje bi wê hatibû kirin, ku beşek ji kêşeyên aborî yên Îranê vedigerin bo serdema berî rûxandina Şah, wê dema ku hikûmetê hin siyaset cîbicî kirin, ku nêzîk bûn ji siyasetên Yekîtiya Sovyetê, di demekê de ku desthilata Şah nêzîkî Waşingtonê bû, siyasetên wê ew bû; Danîna plan ji aliyê navendê ve, çêkirina projeyên mezin û bajarên nimûneyî û danîn aplana 5 salan.

 

Kovara Forbes tekezî li ser wê kiribû, ku diviyabû çaksazî di sîstema aboriya Îranê de bihatiba kirin, di wê demê de, weke rêzgirtin li mafê bikarhêner û mafê xwedî mulk, damezrandina sîsteme darayî ya şefaf û serederiya li gel kurtanîna bûdceyê bi rêya kêmkirina xerciyên hikûmetê û çareserkirina kurtanînê di dema xwe de. Herwiha rêgirî li bilindbûna rêjeya enflasyonê û destnewerdana di nirxê rastî yê kelûpelan de, rêdana bi vebûna aborî û bazirganî, bi şêweyekê ku bi baştirîn şêwe samana welat were bikaranîn û rê bi berhemhênerên biyanî were dayîn, daku di bazarên navxwe de rikeberiyê bike, daku hana berhemên navxweyî were dan, ku şiyana rikberîkirinê hebe û cihê xwe di bazarên cîhanî de jî veke. Herwiha guhertina sîstema bacê ku bi aloztirîn sîstem li navçeyê dihat hesibandin, ragirtina piştevaniyên hikûmetê bo nirxên sotemenî,  xurek û piştgiriya kargehên navxweyî bi rêya kêmkirina bac û piştgiriya berhemên navxwe.

 

Ji aliyekê din ve diviyabû hikûmeta wê demê ya Îranêbeşeke sektroa giştî radestê sektora taybet bike, ew yek jî dibû sedema bi karxistina rêjeyeke berçav a destê kar û çalakbûna aboriya Îranê. Herwiha dibû hikûmet xwe ji destêwerdana di siyaseta nextîne û bazara dravan dûr bigirtiba.