Rêveberiya Xweser di 3 salan de 5 kooperatîfên mirîşkan ava kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Rêveberiya Xweser ji bo bipêşxistina aboriya civakî xebatên xwe didomîne.

Hevserokatiya Komîteya Kooperatîfan a Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew bi armanca zêdekirina berhemên xwemalî girîngiyeke mezin didin kooperatîfên çandinî, ajeldariyê û mirîşkan.

Hevserokê Komîteya Kooperatîfan a Rêveberiya Xweser Ebdulxefûr Romî got:

“Niha li Reqayê 15 kooperatîf di warên çandinî, ajeldarî û pîşesaziyê de hene.

Di sektora ajeldariyê de, me hejmareke baş a kooperatîfên mirîşkan ava kirine.

Di van kooperatîfan de mirîşkên ji bo hêkan, goşt û serjêkirinê hene.

Niha 5 kooperatîfên mirîşkên goşt hene ku 11 hezar çêlik tê de tên xwedîkirin û 7 hezar mirîşk jî ji bo firotinê amade ne.”

Berpirs diyar dikin ku ew dixwazin bi rêya van kooperatîfan civakê û saziyên Rêveberiya Xweser bi hev ve girê bidin û bi dehan malbatên çolteran jî li wan deran bixebitin.

Ebdulxefûr Romî her wiha anî ziman:

“Armanca van kooperatîfan ew e ku mirîşkan ji yê bazarê erzantir dabîn bikin û niha zêdetirî 100 malbatî li wan kooperatîfan dixebitin.

Em niha hejmara mirîşkên goşt zêde dikin û ew li gorî sîstemeke tendurist û bi êmekî tendurist tên xwedîkirin.”

Sîstema kooperatîfan ji sala 2022yan ve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dest pê kiriye.

Niha li 5 kantonan 125 kooperatîfên mezin û biçûk dixebitin û zêdetirî 10 hezar kesî sûdê jê werdigirin.

Beşek ji van kooperatîfan jî bi taybetî yên jinan in.