Petrol ji ber êrişên Ukraynayê biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro ji ber êrişên dronî yên Ukraynayê yên li dezgehên petrolê yên Rûsyayê biha bû.
Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 14 sentan bilind bû û bermîl bi 63 dolar û 31 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 18 sentan bilind bû û bi 59 dolar û 50 sentan hat firotin.
Doh bihayê her du cureyên petrolê ji sedî 1 bilind bûbû.
Veguhastina petrolê ya li beşeke xeta boriya Xezerê (Caspian) dest pê kir ku ji ber êrişa dronan a Ukraynayê rawestiyabû.
Pisporên petrolê di wê baweriyê de ne ku îhtimala gihîştina peymana ku rê li ber agirbesta Ukraynayê veke lawaz bûye, ev yek jî dibe sedema bihabûna petrolê.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got, "Divê her cure peymana agirbestê serweriya Ukraynayê biparêze û garantiyên ewlehiyê li xwe bigire."
Faktora Venezuelayê
Li aliyê din Banka Awistralya û Nû Zelandayê (ANZ) ragihand ku zextên Amerîkayê yên li ser Venezuelayê dikarin bandorê li hinartina petrola wî welatî bikin.