Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwazê ji Kompanya Rosneft a Rûsî dike, şandekê bişîne Bexdayê bo gotûbejkirina girêbesta wê ya ku ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kiriye.
Li gor malpera Atlantic Council, Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwaz ji Kompanya Rosneft kiriye ku di hundirê vê mehê de şandekê bişîne Bexdayê bo gotûbejkirina girêbesta wê ya ku ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kiriye.
Armanca vexwendina şanda Rûsî jî hatiye diyarkirin: “Armanc gotûbêjkirina girêbesta petrolê ya ligel Herêma Kurdistanê ye daku careke din petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Kurdistan – Ceyhanê bo bazarên cîhanê were hinardekirin ku %60ê para wê boriyê milkê kompanya ye.”
Li ser nakokiyên petrolê yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, biryar e di meha Adarê de Wezîrê Petrola Iraqê Cebar Luxêbî serdana Hewlêrê bike û herwiha di meha Adarê de serdana Moskowa paytexta Rûsyayê jî bike.
Roja 2ê Çileya 2018an Wezîrê Petrola Iraqê li think tank a brîtanî "Chatham House" ragihand ku nêta wî heye di Adara 2018an de serdana Moskowê bike, lê dixwaze berpirsên Kompanya Rosneft beriya serdana wî ya bo Rûsyayê, derbarê siberoja girêbesta wan a li gel Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bikin.
Cebar Luxêbî amadebûna bê merc a Wezareta Petrola Iraqê nîşan dabû ji bo bihevrekarkirina Rosneft û BPê li kêlgehên petrolê yên Kerkûkê, lê tekezî li ser wê yekê kiribû ku pêwîst e Rosneft destpêşxerî bike û di vê mijarê de Bexdayê beşdar bike.
Di 19ê Cotmeha 2017an de Kompanya Rosneft ji bo derxistina petrolê ji pênc kêlgehên Herêma Kurdistanê, girêbestek ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir.
Herwiha girêbesteke din a Rosneftê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ji bo cîbîcîkirina projeyeke hevbeş a li ser veguhestina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Kurdistan – Ceyhanê.
Li gor rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rosneftê, kompanya lêçûnên lêkolînê, dîtin û kolandina bîran li ser xwe digre ku digihîje 400 milyon dolaran, 200 milyon dolar piştî derxistinê ji bo firotina petrolê tê terxankirin.
Di dawiya meha derbasbûyî de Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê Mehdî Elaq gotibû ku "Bexda pabendî girêbestên Rosneftê yên li gel Herêma Kurdistanê nabe û şîrketa Rosneftê xwe xistiye pirsgirêkeke mezin".
Rêveberê Cîbicîkarê Şîrketa Rosneftê Igor Sechin bersiva daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê Mehdî Elaq dabû û wiha pirsîbû: “Çima nabe Rosneft li Herêma Kurdistanê kar bike? Di demekê de ku piraniya şîrketên navdewletî yên weke Chevron, ExxonMobil û Total kar dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse