Onsa zêr 150 dolarî biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bazarên cîhanê bihayê onseke zêr ji sedî 3,20 ango 150 dolarî bilind bû û bi 4,811 dolaran hat firotin.

Bihayê zêr berbanga îro asta 4,853 dolaran jî dît.

"Meha Zêrîn"

Meha Kanûna Paşîn ji bo kanzayên giranbiha meheke zêrîn bû.

Bihayê zêr di wê mehê de ji sedî 13 bilind bû ku ev jî ji sala 2009an ve bilindbûna mehane ya herî mezin e.

Her wiha bihayê zîv jî di heman mehê de ji sedî 19 bilind bû.

Lê ji pêncşema hefteya borî ve heta doh pêleke dijwar a daketinê dest pê kir û onseke zêr ji asta 5600 dolarî daket 4400 dolarî.

Tirsa bazirganan hîn jî ji daketina zêdetir heye.

Bandora Kevin Warsh

Divê were gotin ku Donald Trump, ji bo serokatiya Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh kiriye namzed û ev yek wekî sedema sereke ya erzanbûna zêr tê dîtin.

Warsh di siyaseta diravî de wekî kesayetiyekî tund tê dîtin, vê yekê wisa kir ku bihayê dolar bilind bibe û bihayê zêr û zîv dakevin.

Her wiha Koma CMEyê ya ku Borsa Chicagoyê bi rê ve dibe, marjîna kirîn û firotinên di peymanên paşerojê de bilind dike û biryar ji doh ve tê pêkanîn.

Mebest ji marjînê, ew pere ye ku bazirgan ji bo kirîn û firotina peymanên paşerojê datînin.

Ew rêje niha hatiye bilindkirin û gelek bazirgan nikarin wî pereyî dabîn bikin û neçar dimînin miameleyên xwe bigirin (rawestînin), ev jî bûye sedema daketina bihayê kanzayan.

Şîrovekarê Kompanyaya Capital.comê Kyle Rodda ragihand:

"Van bihayên niha, zêr û zîv vegerandin wê astê ku di nîvê duyem ê meha Kanûna Paşîn de hebû."

Rodda amaje bi wê yekê jî kir ku bazarê çend hefteyan bi awayekî neaqilane miamele dikir.