Zîv dîsa biha dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseke zîv îro li bazarên cîhanê ji sedî 4 zêde bû û ons gihîşt 82,32 dolaran.

Niha kîloyek zîv bi 2 hezar û 647 dolaran tê firotin.

Ev bihabûn piştî daketina berbiçav a du rojên borî pêk hat.

Bihayê zîv meha Kanûna Paşîn rekoreke nû tomar kiribû.

Neasayîbûna siyasî û aborî bû sedem ku daxwaza li ser zîv zêde bibe.

Her wiha dilgiraniyên li ser serbixwebûna Banka Navendî ya Amerîkayê jî bandor li vê zêdebûnê kir.

Kêmbûna zîv a li bazaran û zêdebûna hilberandina Çîniyan bihayê zîv hîn zêdetir bilind kir.

Bihayê zîv pêncşema hefteya borî ji sedî 26 daket û ji 120 dolarî gihîşt 80 dolarî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Kevin Warsh ji bo serokatiya Banka Navendî ya Amerîkayê kir namzed.

Vê biryarê jî bandor li daketina bihayê zîv kir çimkî bazaran Warsh wekî kesayetiyekî "tund" dît.

Pispor di wê baweriyê de ne ku eger hilberînerên Çînî careke din dest bi kirîna zîv bikin, dê biha hîn zêdetir bibin û vegerin astên xwe yên berê.