Onsa zêr bû 5 hezar û 365 dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê bilind bû.

Îro bihayê onsa zêr ji sedî 1 zêde bû û her onsa bi 5 hezar û 365 dolaran hat firotin.

Dijwarbûna şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de hilberîner û bazirgan teşwîq kirine ku zêr wekî penageheke aram bikirin.

Asta herî bilind a mehekê

Îro bihayê zêr derket 5 hezar û 380 dolaran ku ev asta herî bilind a meha borî ye.

Bihayê zêr ji bo peymanên paşerojê, bi nêzîkî 5 hezar û 400 dolaran tê firotin.

Şirovekarê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser mijarê got:

"Dawiya vî şerî ne diyar e û ev yek jî bûye sedema bilindbûna bihayê zêr."

Girtina Tengava Hurmizê xeter e

Îranê gef xwarine ku ew dê her keştiyên petrolê yên ku bixwaze di Tengava Hurmizê re derbas bibe bike hedef.

Eger girtina Tengava Hurmizê dirêj bike, ev dê zerereke mezin bide aboriya cîhanê.