Kêmbûna karê avakirinê rewşa jiyanê li Qmaişlo xirab kiriye

03-04-2014
Qamişlo
Qamişlo
A+ A-

 

Qamişlo (Rûdaw)- Kêmbûna karê avakirinê li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê rewşa darayî ya beşek mezin ji civakê xirabtir kiriye.

 

Karê avakirinê li bajarê Qamişlo, nêzîkî 30 beşî li xwe vedigire wek firotan alavan, firotina pêkhatên avahî û gellek tiştên din ji bilî hoste û karkerên ku di vî warî de kar dikin.

 

Piştî ku kirîza Sûriyê bandora xwe li ser bazar û proseya avakirinê li bajarê Qamişlo kir, pêwîstiyên avakirina xanî û avahiyan gellek kêm bûn lewma ev proseya han rawesta û ligel wê jî karkerên ku di vî warî de kar dikin bêkar man.

 

Lewma gellek malbat ji bajarê Qamişlo derketin û li welatên derdora Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Başûrê Kurdistanê bicih bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst