Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Mitahitên Dewletê ragihand ku li Tirkiyê nirxê kelûpelên avahîsaziyê derdora ji sedî 400 heta ji sedî 500 bihabûne û got: “Eger tedbîr neyên wergirtin dê bi hezaran belênder îflas bikin.” Serokê Odeya Endezyarên Avahîsaziyê ya Amedê jî ji Rûdawê re got: “Bihabûna kelûpelên avahîsaziyê, ne tenê bandorê li mitahit û fîrmayan, herwiha li hemû endazyar, mîmar û karkerên ku di vê sektorê de kardikin jî dike. Eger mitahit îhaleyan wernegirin, ew jî bê kar dimînin.”
Li Tirkiyê ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke yên jiyanê tên bihakirin û sektora avahîsaziyê jî yek ji wan sektoran e ku vê rewşê bandoreke xirab lê kiriye.
Berdevkê Platforma Mitahitên Dewletê Ali Adıguzel, ku belênderên wê platformê bi piranî karên avahîsaziyê yên dewletê dikin û beşdarî îhaleyên dewletê dibin, derbarê bihabûna nirxê kelûpelên avahîsaziyê de û bandora wê li ser mitahitan ji medya Tirkiyê re axivî.
Adiguzel da zanîn ku piştî nirxê kelûpelên avahîsaziyê derdora ji sedî 500 zêde bûne bo mitahitên îhaleyên dewletê wergirtine tenê derdora ji sedî 3 heta 5 ferq tê pêşniyarkirin û got: “Eger tedbîrên pêwîst neyên wergirtin dê bi hezaran mitahit îflas bikin."
Ali Adıguzel dibêje: "Karê dewletê yê ku belênderan îhaleya wan wergirtiye derdora 180 milyar lîre ye. Ji bo ferqa di navbera nirxan de divê dewlet 200 milyar pere bide, lê heta niha tenê 9.5 milyar pere hatiye dayîn.”
Berdevkê Platforma Mitahitên Dewletê ragihand ku vê rewşê bandoreke nerênî bi taybetî li mitahitên îhalêyên dewletê yên pir, rê û avahiyan wergirtine kiriye û ew xisitine rewşeke zehmet û got: “Ti kes nikare xerciyên ku 4-5 qat zêde bûne bide. Bihabûn dê ber bi ku ve biçin em nizanin. Em îro dikarin debara mala xwe bikin, lê eger dengê me neyê bihîstin em dê nikaribin debara mala xwe jî bikin. Nirx ne ji aliyê me ve hatine bihakirin. Em ne berpirsên vê tabloyê ne, em mexdûrên wê ne.”
Serokê Odeya Endezyarên Avahîsaziyê ya Amedê Mahsun Korkmaz jî derbarê bihabûna nirxê kelûpelên avahîsaziyê de û bandora wê ya li ser endezyar û karmendên sektora avahîsaziyê ji Rûdawê re axivî.
Korkmaz diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piraniya kelûpelên avahîsaziyê ji welatên derve tên hawirdekirin û got: “Ji ber veberhênan li Tirkiyê nayê kirin ev yek rê li ber bihabûna nirxan xweş dike. Li gor sala derbasbûyî di hinek kelûpelan de nirx 4 qat zêde bûne. Lê bi piranî 2-3 qat zêde bûne.”
Mahsun Korkmaz amaje bi wê yekê jî da ku li Tirkiyê zêdebûna nirxê kelûpelên avahîsaziyê bandoreke nerênî bi taybet li mitahit û fîrmayên avahîsaziyê dike û got: "Beşek ji mitahit û fîrmayên îhaleyan hinek pere wek temînat razandibûn, lê ew neçar man ji ber bihabûna nixan ji îhalyan vkişin û temînata wan şewitî. Ji ber vê rewşê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyê bo mitahitên îhaleyên dewletê ji sedî 80 ferq da, lê wê jî bo mehekê berdewam kir. Ji ber bihabûn û necîgiriya bazarê li Amedê hema bêje ti kes beşdarî îhaleyan nabe."
Serokê Odeya Endezyarên Avahîsaziyê ya Amedê dibêje: “Bihabûn ne tenê bandorê li mitahit û fîrmayên avahîsaziyê dike, herwiha li endezyar, mîmar û karkerên ku di vê sektorê de kar dikin jî dike. Ji ber eger îhale ji aliyê mitahitan ve neyên wergirtin, karên sektora avahîsaziyê jî nayên kirin û ew jî bêkar dimînin. Vê krîzê tiştek din derxist holê, piraniya karkerên ku di avahîsaziyê de kar dikin neçar dimînin ji bo debara xwe bê sîgorte kar bikin.”


.webp&w=3840&q=75)
