Krîza petrolê: Şerê li Îranê hilberîna petrolê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê kêm kir
Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê mehek li pey xwe hişt.
Ev şer bûye sedema bandoreke mezin a li ser bazarên petrol, gaz û berhemên petrolê yên li seranserî cîhanê.
Îraq û Herêma Kurdistanê yên ku dahata wan a sereke li ser firotina petrolê ye, hilberîna xwe 3,2 milyon bermîlî kêm kiriye.
Niha her du alî bi hev re dikarin tenê derdora 400 hezar bermîl petrol hinarde bikin.
Beriya şer, asta hilberîna petrolê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi giştî 4,5 milyon bermîl bû.
Ji vê hejmarê 314 hezar bermîl li Herêma Kurdistanê dihat hilberandin.
Asta hinartina Îraqê jî rojane 3 milyon û 567 hezar bermîl bû ku 198 hezar bermîlên wê ji Herêma Kurdistanê bû (Sibat 2026).
Niha asta hilberîna petrolê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bi giştî daketiye milyonek û 332 hezar bermîlan.
Tenê 80 hezar bermîl li qadên Herêma Kurdistanê tên hilberîn.
Ev tê wê wateyê ku hilberîna petrolê 3,2 milyon bermîl kêm bûye û para Herêma Kurdistanê di vê kêmbûnê de 250 hezar bermîl e.
Sedemên sereke yên kêmbûna hilberînê
Kêmbûna hilberîna petrolê li Îraqê zêdetir ji ber girtina Tengava Hurmizê, nebûna depoyên niştimanî û vekişîna şirketên hevbeş çêbûye.
Li Îraqê 67 qadên petrol û gazê hene ku şirketên biyanî li 41 qadan bi şirketên Îraqî re bi hevbeşî dixebitîn.
Hilberîna herî zêde li parêzgeha Besrayê ya Îraqê tê kirin.
Li Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê ji sedî 70yî zêdetir kêm bûye.
Sedema sereke rawestandina karên şirketên navneteweyî ye.
Van şirketan ji destpêka şer ve hilberîn rawestandiye û karmendên xwe vekişandine.
Her wiha qada petrolê ya Sersingê 2 caran bû armanca êrişên dronan û zerereke mezin gihîşt depoyên wê.
Rewşa qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê
Asta hilberînê ya beriya şer û niha ya li qadên Herêma Kurdistanê (bi hezar bermîlan):
- Qada Tawke û Pêşabûrê (DNOya Norwecî): Berê 78 - Niha 0
- Qada Sersingê (HKNya Amerîkî): Berê 22 - Niha 0
- Qada Etrûşê (HKNya Amerîkî): Berê 32,5 - Niha 0
- Qada Şêxanê (Gulf Keystoneya Brîtanî): Berê 41,5 - Niha 0
- Qada Xurmeleyê (KAR Group): Berê 90 - Niha 58
- Qada Serqelayê (Gazproma Rûsî): Berê 8,5 - Niha 6
- Qada Hewlêrê (Forza Oil): Berê 9 - Niha 4
- Qada gazê ya Kormorê (Dana Gasa Îmaratî): Berê 20 - Niha 0
- Qada Eyn Sifnî (Hunt Oila Amerîkî): Berê 6 - Niha 6
- Qada Bicîlê (Rosnefta Rûsî): Berê 4 - Niha 4
- Qada Teqteqê (TTOPCO): Berê 3 - Niha 2
Koma giştî ya Herêma Kurdistanê ji 314,5 hezar bermîlî daketiye 80 hezar bermîlî.
Hilberîna li qadên hikûmeta Îraqê
Asta hilberînê ya li qadên Îraqê li gorî şirketan (bi hezar bermîlan):
- Şirketa Petrolê ya Besrayê (Qadên Rumeyle û Zubêrê): Beriya şer 3050 - Niha 638
- Şirketa Petrolê ya Bakur (Qadên Kerkûkê): Beriya şer 450 - Niha 380
- Şirketa Petrolê ya Mîsanê: Beriya şer 358 - Niha 20
- Şirketa Petrolê ya Navîn (Midland): Beriya şer 92 - Niha 122
- Şirketa Petrolê ya Zîqarê: Beriya şer 194 - Niha 92
Koma giştî ya qadên Îraqê ji 4144 hezar bermîlî daketiye 1252 hezar bermîlî.