TUIK û ENAG li ser enflasyonê li hev nakin: Amarên Adarê hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Adarê bi rêjeya ji sedî 1,94 zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) diyar kir ku enflasyona salane jî daketiye ji sedî 30,84an.

Li hêla din, Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên cuda belav kirin.

ENAGê da zanîn ku rêjeya enflasyona meha Adarê ji sedî 4,10 e û ya salane jî gihîştiye ji sedî 54,62yan.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) îro amarên enflasyona meha Adarê û ya salane eşkere kirin.

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gorî amarên TUIKê, enflasyona meha Adarê ji sedî 1,94 e û ya salane daketiye ji sedî 30,84an. Di meha Sibatê de ev rêje ji sedî 31,53 bû.

Lê li gorî saziya ENAGê, enflasyona meha Adarê ji sedî 4,10 û ya salane jî ji sedî 54,62 ye.

Bi eşkerekirina enflasyona meha Adarê, dê kirêyên xanî û dikanan jî ji nû ve werin sererastkirin û zêdekirin.

Li gorî amarên TUIKê yên 12 mehên dawî, dê kirêyên xanî û dikanan meha Nîsanê ji sedî 32,82 werin zêdekirin.