TUIK û ENAGê enflasyona nîsanê eşkere kir

03-05-2024
RÛDAW
Nîşan ENAG Enflasyon Nîsan TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên meha nîsanê eşkere kirin.

Li gorî TUIKê, enflasyona Nîsanê ji sedî 3,18 e û li li gorî ENAGê jî ji sedî 5,02 ye.

TUIK û ENAGê îro amarên enflasyonê yên nîsanê û yên salane belav kirin.

Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona Nîsana 2024an bi rêjeya ji sedî 3,18 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 69,80yî.

Herwiha ENAGê jî diyar kir ku rêjeya enflasyona nîsanê ji sedî 5,02 ye û ya salane jî sedî 124,35 e.

Herî zêde alkol û tûtin biha bûne

Li gorî amarên TUIKê, di nîsanê de herî zêde bi rêjeya ji sedî 9,56 alkol û tûtin biha bûne.

TUIKê da zanîn, herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 1,03 bihayê sektora tenduristiyê daketiye.

Herwiha li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 103,86an bihayê sektora perwerdeyê zêde bûye.

Li aliyê din, herî kêm bi rêjeya ji sedî 51,20î bihayê cilûbergan û pêlavan zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst