Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê genim diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Berhemên Axê ya Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê îsal ji cotkaran tonek genim bi 13 hezar û 500 lîreyî wergire û tonek ceh bi 11 hezar lîreyî wergire.

Saziya Berhemên Axê ya Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê, bihayê wergirtina ceh û genim ê ji bo sala 2025an eşkere kir.

Saziya Berhemên Axê diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha gulanê dirûna berheman dest pê kiriye û heta niha ji sedî 2ê berhemên çandiniyê hatine dirûn.

Saziya Berhemên Axê, îsal ji cotkaran tonek genimê ji bo makarna û nan bi 13 hezar û 500 lîreyî werdigire û tonek ceh bi 11 hezar lîreyî werdigire.

Her wiha dê ji bo her tonek ceh û genim 2 hezar û 520 lîre jî piştgirî bide cotkaran.

Cotkar piştî ku berhemên xwe radestî Saziya Berhemên Axê bikin, dê dii nav 30 rojan de tevî piştgiriya dewletê pereyên xwe wergirin.