Şadya Resûl
Silêmanî (Rûdaw) - Dûriya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de kêmî 3 saetan e, lê şofêrên Silêmaniyê bo heftiyekê çaverêyî gihiştina biryarekê bûn ji Hewlêrê da ku nivînên xwe li ser kolanan bidin hev û xilas bibin.
Niha Tiwana Ezîz, gava pêwistiya wî bi wergirtina beşa benzînê hebe, wek berî çend salan xemgîn nabe û natirse ku berê xwe bide rawestgeheke belavkirina benzînê. Çiku li wir karwanê dirêj û rêzkirî nabîne, lê hêj tirsa wî maye: “Ew benzîna ku van rojan tê belavkirin, beşeke ji helmeta hilbijartinan. Zanibe ku gotina min rast e, çiku dayîna benzînê bê pisûle ye û nirxê wê tenê 500 dînar in.”
Bi baweriya Tiwana, ev helmet pirr dereng ketiye û dibêje di demekê de Kurdistan xwediya çalên mezin ê petrolê ye, lê: “Hikûmet tenê di van hilbijartinan de bi vî rengî devê me şêrîn dike, lezê di projeyên xwe de dikin, bi kalîteyeke xerab jî dikin.”
Dibe ku Rêbwar Eladîn kesekî xweşbext be, çiku di salên kêmbûna benzînê de, otomobîla wî nebû: “Min berî heftiyekê otomobîl kirî. Xwezî herdem bi vî rengî be.” Rêbwar dilgiran e ji gotina kesên ku dibêjin ji ber bangeşeya hilbijartinan benzîn erzan bûye: “Destxweşiya vê biryara nû dikim. Ewên ku dibêjin ev erzanbûn bo hilbijartinan e, ji PDK û YNK aciz in û çavê wan bar nabe.”
Zana Heme Salih, xudanê benzînxaneke taybet li Silêmaniyê ye, û dibêje hemû benzînxanên taybet bi vê biryara hikûmetê têk çûne û bazara wan wek berê ne germ e: “Êdî xelk nayên ba me bo kirîna benzînê. Li wê qerebalixiya li beramberî min binere li wê benzînxana hikûmî, çiku benzîna wê bê pisûle ye û nirxê wê 500 dînar in. Xelk ne amade ne li ba me 700 dînaran bide benzînê.”
Mela Ebdulla Mehmûd di dorê de sekiniye û çaverê dike here pêş, da ku benzîna erzan werbigire. Ew ecêb dima ku hikûmetê zûtir bi biryareke wiha xwe ji gilî û gazinên xelkê rizgar nedikir: “Spas ji Xwedê re petrol û benzîna me ne kêm in. Ev biryar berdewam be êdî wê xelk rehet bibin.”
Lê ya ku Mela Ebdulla dilgiran dike, gotegotên hin kesan e, ku ew jî tirsandiye û dibêjin heye ev erzankirina benzînê tenê di dema hilbijartinan de be: “Em li taxa Qirge ne û dora 5 salan e dixwazin kolana me qîr bikin. Lê heftiya borî qîr kirin!”
Rojane 1 milyon û 230 hezar lîtrên benzînê tên parêzgeha Silêmaniyêp û li ser 180 benzînxanan tên belavkirin, ku 65 li derve û 20 li hundirê bajêr in.
Di encama şopandina rêveberiya dabeşkirina berhemên petrolê de, derket ku tenê di 6 mehên borî de, milyar û 305 milyon dînar cezayê wan benzînxanan hatiye dayîn ku binpêkirin kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse