Enflasyon hat eşkerekirin lê amar gelekî cuda ne
Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera amarên enflasyonê yên TUIK û ENAGê de ferqeke zêde heye.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona Çiriya Pêşîn a 2025an, bi rêjeya ji sedî 2,55 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 32,87an.
Lê Grupa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) dibêje rêjeya enflasyona çiriya pêşîn ji sedî 3,74 e û ya salane gihiştiye ji sedî 60î.
TUIK û ENAGê amarên enflasyonê yên çiriya pêşîn û yên salane eşkere kirin.
Lê di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.
Bi eşkerekirina enflasyonê re dê kirêya xanî û dikanan jî bê nûjenkirin û zêdekirin.
Li gorî amarên enflasyonê yên TUIKê yên 12 mehên dawî, vê mehê dê kirêyên xanî û dikanan ji sedî 37,15 bên zêdekirin.