‘Rojane 150 hezer bermîl petrol bo têstkirina boriyê tê hinartin’
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, hemû amadekariyên hinartina petrola Herêma Kurdistanê di rêya boriya navbera Herêma Kurdistanê Tirkiyê re xilas bûye. Wezaretê her wiha da zanîn, niha rojane 150 hezer bermîl wek têst bi rêya boriyê re tê hinartin.
Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, dibe ku di konferansa gaz û petrolê ya Hewlêrê ku ji roja 1ê Kanûnê ve dest pê kiriye û dê sibê bidawî bibe, boriya hinartina petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê bi fermî were ragihandin.
Wî berpirsî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku hemû amadekariyên hinartina petrolê bi rêya boriyê re bidawî bûne û da zanîn, niha rojane 150 hezar bermîl wek têst di boriyê re tê hinartin lê tê plankirin ku heta dawiya sala 2014an ev rêje bibe 400 hezar bermîl.
Li gorî agahiyên Rûdawê, petrola bîrên Bicîl li Akrê û bîrên Berdereş û Şêxanê jî bi rêya boriyeke din bê hinartin çimkî petrola wan deveran petrolek giran e.
Li gorî plana Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, divê heta sala 2015an Herêma Kurdistanê bikaribe rojane 1 milyon bermîl petrol bişîne derve.
Ji aliyekî din, serokê navenda Herbert Smis ku navendek şêwirmendiya hiqûqî ya navdewletî ye, Nîl Brîmson ku tevlî konferansa Hewlêrê bûye, ji Rûdawê re diyar kir Bexda dibêje rêkeftinên petrolê yên Herêma Kurdistanê neqanûnî ne û wiha got: “Eger wisa be wê çaxê Bexda çima li dadgeha federal dozê venake?”
Nîl Brîmson, destnîşan kir ku Hewlêr û Bexdayê ji ber wê li dijî hev dozê venakim çimkî her du jî ji rewşa niha razî ne.
Tê gotin, yek ji sedemên bingehîn ên nakokiyên Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrolê, nebûna qanûna gaz û petrolê ya Iraqê ye. Helbet reşnivîsa qanûna gaz û petrolê sala 2007an hatiye nivîsandin û radestî parlamentoya Iraqê hatiye kirin lê heta niha nehatiye pesendkirin.
Wî berpirsê wezareta çavkaniyên sirûştî derheqê rêkeftina navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de jî axivî û anî ziman ku Tirkiyê ji Hewlêr û Bexdayê, Hewlêr hilbijart lê Tirkiye dixwaze Bexdayê jî razî bike.
Jixwe Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, bo razîkirina Bexdayê serdana Bexdayê kir û digel cîgirê serokwezîrê Iraqê Husên Şehristanî hevdîtin pêk anî.