Zîv ranaweste, rekoreke nipînû hat
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onseke zîv 37 sentan ango ji sedî 0,64 bilind bû û gihişt 58,85 dolaran.
Ev bihayê herî bilind e ku heta niha di dîrokê de hatiye tomarkirin.
Niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 1,892 dolaran e.
Doh ji ber wergirtina karê ya ji aliyê bazirgan û veberhêneran ve, bihayê zîv daketibû bin 57 dolaran.
Ew daketin piştî bilindbûna şeş rojên li pey hev hatibû.
Di hefteya borî de, bihayê onseke zîv 7 dolaran bilind bû ku dike ji sedî 10.
Ji serê vê salê ve heta niha bihayê onseke zîv ji sedî 103,80 bilind bûye.
Sedema sereke ya vê bilindbûna mezin, tirsa ji kêmbûna xistina zîv a nav bazarên cîhanî ye.
Egera kêmkirina rêjeya faîzê jî sedemeke din e.
Kêmbûna rezerva zîv a li Çînê, sedema sereke ya bilindbûna bihayê wî madenî ye li cîhanê.
Li gorî amarên Borseya Şanghayê yên ji bo peymanên paşerojê, rezerva zîv li embarên wê borseyê daketiye asta herî nizm a 10 salên borî.