Zêr dîsa biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zêr îro nêzîkî 20 dolaran zêde bû û asta 4 hezar û 220 dolaran derbas kir.
Pêşbîniyên kêmkirina faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ve, sedema zêdebûna bihayê zêr a çend rojên borî ye.
Dawiya vê hefteyê dê hinek daneyên aborî yên Amerîkayê bên belavkirin ku dikarin bandorê li nêrîna Banka Federal a wî welatî bikin.
Bihayê zêr roja sêşemê nêzîkî ji sedî 1 daketibû lê îro zererên xwe yên roja borî telafî kirin û zêdebûna vê hefteyê domand.
"Tevgereke asayî ye"
Şirovekarê şirketa şêwirmendiyê ya Gold Silver Centralê Brian Lan li ser mijarê got:
"Doh ji ber berhevkirina karê hinek sermaye ji bazara zêr derbasî nav bazara parseyan û bazara pereyên dîjîtal bibû lewra zêdebûna bihayê zêr a îro tevgereke asayî ye."
Li gorî rapirsiyan, şansê kêmkirina faîzê niha li gorî hefteya borî ji sedî 85an derketiye ji sedî 89an.
Banka Navendî ya Amerîkayê hefteya bê dê biryarê li ser faîzê bide û kêmkirina faîzê dikare bibe piştgiriyek ji bo bihabûna zêr û madenên din.