Parlamenterê HUDA PARê: Li Amedê 30 kargehên tekstîlê hatine girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Faruk Dînç ragihand ku li Amedê ji ber zêdebûna mesrefan sektora tekstîlê di rewşeke xirab de ye.
Dînç eşkere kir ku di nava 3 mehan de 30 kargeh hatine girtin û hilberîner berê xwe didin Misirê.
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser rewşa aborî û pirsgirêkên esnafan axivî.
Faruk Dînç diyar kir ku wî hefteya borî li Amedê gelek esnaf ziyaret kirine û xwest ku pirsgirêkên sektora tekstîlê werin çareserkirin.
"Karsaz berê xwe didin Misirê"
Faruk Dînç bal kişand ser rewşa tekstîlê ya li Amedê û got:
“Rewşa sektora tekstîlê ne baş e. Li Amedê Bajarê Tekstîlê hatiye avakirin lê mixabin pirsgirêk hene.
Mesrefên sektorê gelekî zêde bûne û niha ev sektor berê xwe dide Misirê.
Gelek karsaz ji ber mesrefan neçar mane ji Tirkiyeyê berê xwe bidin Misirê."
"Hejmara karkeran daketiye 2 hezaran"
Parlamenterê HUDA PARê da zanîn ku girtina kargehan bûye sedema bêkariyeke mezin û wiha pê de çû:
"Di sê mehên dawî de li Amedê 30 kargeh hatine girtin.
Di rewşa asayî de divabû 20 hezar karkeran kar bikira lê niha hejmara karkeran daketiye 2 hezaran û ev hejmar her ku diçe karker kêmtir dibe.”