Dana Gas: Hilberîna li Kormorê asayî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Şîrketa Dana Gasê ya Îmaratî ragihand ku piştî êrişa hefteya borî, hilberîna li Qada Gazê ya Kormorê ya Herêma Kurdistanê vegeriyaye asta asayî.

Dana Gasê bal kişand ser "tedbîrên ewlehiyê yên bihêzkirî" yên ku ji aliyê rayedarên Kurd û Îraqî ve ji bo parastina vê tesîsa krîtîk hatine bicihanîn.

Şîrketa Dana Gasê îro derbarê Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek da û tê de diyar kir piştî êrişa dawî hilberîna li Kormorê "asayî bûye" û got:

"Destpêkirina hilberînê, piştî bicihanîna tedbîrên ewlehiyê yên bihêzkirî yên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên federal ve pêk hat ku em spasiya wan dikin."

Di daxuyaniyê de derbarê hûrgiliyên tedbîrên ewlehiyê agahî nehatin dayîn lê belê hat gotin ku Dana Gas û hevparên wê, li gel ewlehiya karmend û tesîsên xwe, pêbendbûna xwe ya ji bo piştgiriya hilberîna elektrîk û dabînkirina LPGyê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û Îraqê didomînin.

Dana Gas li gel şîrketa xwe Crescent Petroleumê hevkarê sereke yê Pearl Petroleumê ye ku ji bipêşxistin û hilberîna tesîsa gaza Kormorê berpirsyar e.

Êriş û encamên wê

Qada Gaza Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê çarşema borî rastî êrişekê hatibû.

Dana Gasê roja pêncşemê ragihandibû ku piştî êrişî hilberîna li tesîsê hatiye rawestandin.

Şîrketê daxuyandibû ku ji bo "vemirandina agir û nirxandina rewşê" biryara girtina demkî daye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja pêncşemê li ser avakirina komîteyeke hevpar a lêpirsînê li hev kiribû.

Sîstema parastina asmanî

Rayedarên Kurd piştî êrişê  bangên xwe yên ji bo sîstemên parastinê zêde kirin da ku tesîsên krîtîk biparêzin, di nav de qada Kormorê jî heye ku di navbera salên 2022 û 2025an de herî kêm 11 caran bûye armanc.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja pêncşemê li ser hesabê xwe yê Xê gotibû:

"Em bangî hevparên xwe yên Amerîkayî û navneteweyî dikin ku alavên parastinê yên pêwîst ji bo parastina binesaziya me ya sivîl peyda bikin û ji bo avêtina gavên cidî yên ji bo rêlibergirtina êrişan piştgiriyê bidin me."