Hikûmeta Kurdistanê berbijêrê posta Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berbijêrê posta Wezareta Çackaniyên Xwezayî destnîşan kir û zanyariyên derbarê wî de bo parlamentoyê hatiye şandin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil di daxuyaniyekê de ragihand, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi armanca tejîkirina posta Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, Dr. Kemal Etrûşî ji bo vê postê berbijêr kiriye û CVya wî jî ji parlamentoyê re şandiye.

Cotyar Adil diyar kir, “em hêvî dikin ku Parlamentoya Kurdistanê vê mijarê bixe bernameya civîna dahatî û baweriyê bide Dr. Kemal Etrûşî.”

Ji destpêka kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ti berbijêrek ji bo posta Wezareta Çavkaniyên Xwezayî nehatibûne destnîşankirin.

Di kabîneya berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Aştî Hewramî Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê bû.

Roja Çarşemê 6ê Çileya 2020an jî Parlamentoya Kurdistanê dicive û li gor zanyariyên Rûdawê, di bernameya civînê de dengdana li ser berbijêrê hikûmetê bo posta Wezîrê Samanên Sirûştî jî heye.

Parlamenterê Kurdistanê yê PDKê, Omêd Xoşnaw jî doh ji Rûdawê re ragihand, hemû amadekariyên taybet bi tejîkirina cihê vala yê posta Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi dawî hatine û di demeke nêzîk de CVya berbijêrê wê postê ji parlamentoyê re tê şandin û di civîneke parlamentoyê de dê bibe bernameya kar û dê dengdan li ser bê kirin.

Kemal Etrûşî kî ye?

Ji Tîrmeha 2019an ve Rawêjkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên enerjiyê ye.

Ji meha Mijdara 2017an ve Cîgirê Serokê kompanyayeke Kuweytî ya taybet bi gaz û petrolê ye.

Ji Nîsana 2014an ve heta Gulana 2015an rawêjkarê bilind ê kompanyaya Total a Fransî ya taybet bi petrol û gazê bûye.

Ji Tebaxa 2012an ve heta Nîsana 2014an di kompanyaya KUFPEC a Kuweytî ya petrolê de rawêjkar bûye.

Di navbera sala 1987 heta 1991 de doktoraya xwe di warê geofîzîkê de li zanîngeha Bordo ya Fransî bi dest aniye.

Di navbera salên 1971 heta 1975an de li Zanîngeha Bexdayê bawernameya lîseyê di zanistanên geofîzîk û erdhejzaniyê de wergirtiye.

Ji bilî zimanê Kurdî, bi zimanên Îngilîzî û Fransî jî dizane.