Petrol ji ber aloziyên Amerîka û Îranê biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber aloziyên navbera Amerîka û Îranê bihayê petrolê bilind bû.

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê petrolê mîna roja borî bi bilindbûnê dest pê kir.

Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 65 sentan bilind bû û bermîl bi 67 dolar û 98 sentan hat firotin.

Her wiha bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 69 sentan bilind bû û gihîşt 63 dolar û 90 sentan.

"Aloziyên jeopolîtîk bandorê dikin"

Ji ber zêdebûna aloziyên jeopolîtîk, roja sêşemê bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 2 bilind bûbû.

Amerîkayê ragihand ku wan droneke Îranê piştî ku nêzîkî keştiyên şer ên Amerîkayê bûye xistiye xwarê.

Her wiha keştiyeke bazirganî ya ku alaya Amerîkayê li ser bû, ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat dorpêçkirin lê keştî bi silametî di Tengava Hurmizê re derbas bû.