Onsa zêr 400 dolaran biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zêr îro bi vebûna bazarên Asyayê re gihişt 5 hezar û 70 dolaran.
Di nava 24 demjimêrên borî de onsa zêr 400 dolaran biha bû.
Çima biha bû?
Ev bihabûn piştî derketina aloziyên di navbera Washington û Tehranê de çêbû ku hilberîneran berê xwe da kirîna zêr.
Li gorî raporên nûçeyan, artêşa Amerîkayê droneke Îranê ya ku berê xwe dabû keştiya balafiran a USS Abraham Lincolnê ya li Deryaya Umanê xist xwarê.
Her wiha keştieyke leşkerî ya Îranê li Tengava Hurmizê nêzîkî keştiyeke petrolê ya Amerîkayê bûye û hewl daye dest deyne ser lê hewldan bi ser neketîye.
Divê were gotin ku roja înê her du welat dê li ser mijara atomê dest bi dan û standinan bikin lê aloziyên meydanî bûne sedema bihabûna kanzayan.
Kirîna zêr jî sedemeke din a bihabûna zêr e.
Banka ANZyê di rapora xwe ya herî nû de dibêje, "Sedemên bingehîn ên bihabûna zêr hîn wekî xwe mane, daxwaza li ser a wekî stargeheke aram, kirîna zêrê fîzîkî û berdewamiya bankên navendî yên cîhanê ya di kirîna zêr de wisa dikin ku zêr biha bibe."