Zîv careke din biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv piştî vebûna bazarên Asyayê du roj in li pey hev bilind dibe û onsa zîv 86 dolar derbas kir.
Pêla firotina zîv a ku roja îna borî dest pê kiribû, ji sedî 40ê bihayê wî kanzayê biqîmet biribû.
Lê di nava du rojên borî de bihayê zîv berê xwe wekî yê zêr guhertiye û bilindbûna xwe didomîne.
Sedemên bihabûnê
Ji aliyekî ve paymanên paşerojê kêm bûne.
Ji aliyê din ve jî daketina bihayê zîv, bazirgan û hilberîneran han dane ku di astên nizm de dest bi kirîna zîv bikin.
Ducare zêdebûna aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de jî bûye sedemeke din a bilindbûna bihayê zîv û kanzayên din.