Bihayê bermîla petrola brent bû 82,53 dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro çarşemê ji sedî 1 bilind bû.

Sedema sereke ya vê bihabûna berbiçav a çend rojên dawî, qutbûna veguhastina petrolê ye ku ji ber şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê yê li Kendavê derketiye.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro dolarêk û 11 sentan bilind bû û bermîlek bi 82 dolar û 53 sentan hat firotin.

Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 79 sentan bilind bû û bermîlek bi 75 dolar û 37 sentan hat kirîn û firotin.

Êrişên li ser saziyên petrolê

Roja sêşem û çarşemê Îsraîl û Amerîkayê êrişên xwe yên li Îranê tundtir kirin.

Îranê jî wekî bersiv dest bi êrişên li ser saziyên petrolê yên li herêmê kir ku zêdetirî ji sedî 25ê petrola cîhanê dabîn dikin.

Îraq hilberîna xwe kêm dike

Îraq ku di nav OPECê de duyemîn hilberînera herî mezin e, ji ber nebûna rêyên hinartinê û girtina Tengava Hurmizê, asta berhemanîna xwe ya petrolê daxist 1,5 milyon bermîlan.

Berpirsên petrolê yên Îraqê dibêjin eger Tengava Hurmizê girtî bimîne, ew neçar in rojane 3 milyon bermîl petrolê kêmtir berhem bînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe ku ew ji bo kontrolkirina bihabûna petrolê, her keştiyeke petrolê ya ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe biparêzin.