Zêr piçekî erzan bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piçekî daket. Sedema vê yekê ew fikar in ku li ser enflasyonê hene û asoya siyaseta neqdî ya li Amerîkayê ne diyar e.
Qebareya dan û standinên zêr îro kêm û sînordar e çimkî li hinek welatên Asyayê bêhnvedan e û bazar girtî ne.
Piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,2 daket û onsek bi 4 hezar û 606 dolaran hat kirîn û firotin.
Bazarên Çîn, Japon û Brîtanyayê ji ber bêhnvedanê girtî ne.
Siyaseta Banka Navendî ya Amerîkayê û encamên wê
Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) Jerome Powell çarşemê dawî li serokatiya xwe ya 8 salan a bankê anî.
Di vê demê de, rêjeya faîzê wekî xwe ma û fikarên li ser enflasyonê zêde dibin.
Pisporê Bilind ê Bazarên Darayî yê şikreta şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê anî zimên:
"Zêr hîn jî di bin bandora peyamên tund ên hefteya borî yên Banka Navendî ya Amerîkayê de ye. Bi taybetî di bin bandora dengên dijber ên diyar de ye ku li dijî hêsankirina siyaseta neqdî bûn."
Bihabûna petrolê dikare bankên navendî han bide (teşwîq bike) ku rêjeya faîzê demeke dirêjtir di astên bilind de bihêlin.
Pêşbîniyên bihayê zêr ên ji bo dawiya salê
Waterer diyar kir: "Em pêşbînî dikin ku heta dawiya salê zêr dê di navbera 4 hezar û 400 heta 5 hezar û 500 dolarî de be.
Ji bo ku zêr nêzîkî asta 5 hezar û 500 dolarî bibe, pêwîst e aloziyên li Rojhilata Navîn bi berdewamî aram bibin û enflasyon dakeve."