TUIK û ENAGê enflasyona tîrmehê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona tîrmehê bi rêjeya ji sedî 2,06 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 33,52yan.
Lê belê ENAGê jî diyar kir ku rêjeya enflasyona tîrmehê ji sedî 3,75 e û ya salane gihiştiye ji sedî 65,15an.
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), îro amarên enflasyonê yên Tîrmeha 2025an û yên salane eşkere kirin.
Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.
Li gorî amarên TUIKê enflasyona tîrmehê ji sedî 2,06 e û ya salane jî ji sedî 35,52 ye.
Lê li gorî saziya ENAGê ya serbixwe enflasyona tîrmehê ji sedî 3,75 e û ya salane jî ji sedî 65,15 e.
Bi eşkerekirina enflasyona tîrmehê dê kirêya xanî û dikanan jî bê nûjenkirin û zêdekirin.
Li gorî amarên enflasyona TUIKê yên 12 mehên dawî dê kirêyên xanî û dikanan di meha Tebaxê de ji sedî 41,13 bên zêdekirin.
Li gorî amarên TUIKê, Tîrmeha 2025an li gorê heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 62,01 bihayê avahiyan zêde bûye.
Piştre bi rêjeya ji sedî 27,95 xwirek û vexwarinên bêalkol û bi rêjeya ji sedî 26,57 bihayên veguhestinê zêde bûne.