Petrola brent bi kêmtir ji 68 dolaran tê firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro daketina xwe ya mezin a roja borî domand.
Bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur, îro piştî vebûna bazarên Asyayê 27 sentan daket û bi 67 dolar û 33 sentan hat firotin.
Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 28 sentên din daket û bi 63 dolar û 69 sentan hat firotin.
Bihayê petrolê doh ji ber pêşbîniyên ji bo zêdekirina hinardekirina petrolê ya ji aliyê hilberînerên petrolê yên “OPEC+”ê ve bi rêjeya ji sedî 2 daket.
Du çavkaniyan ji Hevpeymaniya OPEC+ê ragihandiye ku di civîna roja yekşema bê de, hilberînerên petrolê yên “OPEC+”ê dê biryarê li ser zêdekirina hinardekirina petrolê bidin.
Analîstê Şirketa Şêwirmendiyê ya Price Futures Groupê Phil Flynn ragihand, "Egera zêdekirina hinardekirina petrolê li bazarê tê pêşbînîkirin."
Hilberînerên OPEC+ê berê meha nîsana îsal biryar dabû ku rojane 2,2 milyon bermîlan vegerînin bazaran.
Li aliyê din, tevî alozî û tengezariyên li Rojhilata Navîn, hinardekirina petrolê hîn jî ranewestiyaye û pirsgirêkeke mezin jê re çênebûye, vê yekê jî bi awayekî giştî bandor li ser bihayê petrolê kiriye.