Vegera petrola Kurdistanê bihayê petrolê daxist

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê roja înê bilind bû, lê di asta hefteyî de zêdetirî ji sedî 8ê bihayê xwe winda kir.

Sedema daketina bihayê petrolê, vegera petrola Herêma Kurdistanê ya bazarên cîhanê û îhtimala zêdekirina petrolê ji aliyê OPEC Plus ve ye.

Ji dema ku petrola Herêma Kurdistanê xwe gihandiye bazarên cîhanê, bandoreke berdewam li ser bihayê petrolê daniye.

Roja înê bihayê petrola Brent a Deryaya Bakur 42 sent zêde bû û bi 64 dolar û 53 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 40 sent zêde bû û bi 60 dolar û 88 sentan hat firotin.

Di asta hefteyî de bihayê petrola Brent ji sedî 8,1 û bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî ji sedî 7.4 daket.

“Sedem vegera petrola Kurdistanê ye”

Alîkarê Serokê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya BOK Financialê Denîs Kîssler li ser mijarê got:

"Hinardekirina ji nû ve ya petrola Herêma Kurdistanê û îhtimala ku OPEC Plus petrolê zêdetir bixe bazarê, sedemên daketina bihayê petrolê ne."

Roja yekşemê civîna OPEC Plusê tê lidarxistin û tê de welatên hilberînerên petrolê dê li ser rêjeya hinardekirina petrolê ya ji bo meha 11an biryarê bidin.